Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî

Li Efrîn welatiyek hate revandin û yek jî piştî dayîna 5 hezar û 500 dolar fidye hate berdan.

Efrîn POST ragihand ku Istîxbarata dewleta Tirk li Efrînê welatiyê bi navê Mesûd Ismaîl yê 42 salî revandin.

Mesûd Ismaîl ji xelkê Bilbilê ye û ji ber ji çeteyan xwest ku mala wî lê vegerînin ew revandine.

Mala Ismaîl, mala bavê wî jî û 2 firoşgehên wî ji aliyê çeteyên Sultan Mûrad ve hatiye desteserkirin.

Çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî jî beriya demekê welatiyê temen mezin Mehmûd Egîl yê ji gundê Qirnah revandibûn.

Efrîn POST diyar ku çeteyan piştî wergirtina 5 hezar û 500 dolar wergirtine, ew di 8 Gulanê de berdan.

Li gorî Efrîn POST Mehmûd Egîl di girtîgehê de rastî gelek cureyên êşkenceyê hatiye.

Back to top button