PÊWÎST E KONGREYA HÊZÊN OPOZÎSYONA DEMOKRATÎK LIDAR BIKEVE

MSD’ê Komxebata 3. a Diyalogan li paytexta Almanya Berlînê di rojan dewam kir. Beşdarên komxebatê teqez kir ku pêwîste kongreya hêzên opozîsyona demokratîk were lidarxistin.

 

Di komxebatê de mijarên girêdayî makenîzme û rêbazên lidarxistina kongreya neteweyî ya opozîsyona demokratîk a Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Her wiha makenîzmeya karê Rêveberiya Xweser û girîngiya vê projeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatin şîrovekirin.

Tevî wê jî encama komxebata diyaloga sûrî-sûrî a ku li Kobanê di 18 û 19`ê Tîrmehê de lidarketibû, hatin nîqaşkirin.

Di dawiya komxebatê de beşdaran diyar kirin ku pêwîste kongreya neteweyî ya hêzên opozîsyona were lidarxistin.

Her wiha hêzên sûrî yên bi diyalogê û fikrê demokratîk bawer in tev li kongreyê bibin.

Leave a Reply

Back to top button