PIŞTÎ ERKDARKIRINA QEYÛMAN AKP’YÎ BI HEV KETIN

Li Mêrdînê û piştî dagirkirina şaredariyên HDP’ê di nava AKP’iyan de hin dengên cuda bilind bûne. Hat gotin ku di nava AKP’iyan bi xwe de erkdarkirina qeyûman hin acizî ava kiriye.

Li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûman şaredariyên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê dagir kirin.

Li dijî danîna qeyûman bertekên xelkê dewam dikin.

Li Mêrdînê di nava AKP’iyan bi xwe de jî hin dengên cuda bilind bûn.

Hat gotin ku hin rêveberên AKP’ê yên Mêrdînê didin diyar kirin ku ew tayînkirina qeyûman nikarin bi girseya xwe bidin qebûlkirin

Tê gotin, yek ji tiştên ku herî zêde AKP’iyan aciz dike dîsa erkdarkirina Walî Mustafa Yaman e ku di serdema 2016’an de jî wek qeyûm hatibû erkdarkirin.

Yek ji AKP’iyên aciz e Serokê Rêxistina AKP’ê ya Mêrdînê Nîhat Erî û derdora wî ne.

Erkdarkirina qeyûman ne tenê di nava rêveberên AKP’ê de di nava endamên Meclisa Şaredariyê yên AKP’yî de jî rê li ber aciziyan vekiriye û ditirsin ku wê qeyûm li şûna wan jî werin erkdarkirin.

Leave a Reply

Back to top button