DU MALBATÊN KOBANÎ PIŞTÎ NAKOKIYA ZÊDETIRÎ 45 SALAN LI HEV HATIN

Komîteya Lihevkirin û Edaleta Civakî ya Meclisa bajarê Serêkaniyê du malbatên ku zêdetirî 45 salan bi nakok bûn li hev anîn. 

 

Sedema nakokiya di navbera her du malbatan de vedigere doza tolhildanê ya ji ber kuştina du kesan ji malbatên Şêxo Me’imo ya ji êla El-Berkhan a ji pêkhateya Kurd û Ehmed Îsa El-Celo ya ji êla El-Tay a ji pêkhateya Ereb.

Herdû malbat ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ne.

Merasîmê lihevanînê li navenda meclisa navçeya Serêkaniyê li dar ket.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn bidawîkirina nakokiya herdu malbatan pîroz kir û spasiya her du malbatan kirin.

Her weha bang li tevahî pêkhateyên herêmê kirin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û di vê qonaxa nazik de hevgirtin û yekitiya xwe xurt bikin.

Malbatan jî spasiya keda Komîteya Lihevanîn û Edaleta Civakî kirin û soza dilpakî, jinûvevejandina rihê xwişk û biratiyê dan.

Piştî axaftinan malbatan belgeya peymana lihevanînê îmze kirin.

Piştre endamên her du malbatan li gor kevneşopiyên civakî ya nîşaneya lihevanînê ye di nava çepikên beşdaran de, silav dan hev.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close