Zanîngehên Rojava û Kobanê îro dest bi qeydkirina serlêdanên fakulte û peymangehên xwe kirin. Serlêdana fakulte û peymangehên 24 rojan wê dewam bike. Zanîngehan, navên fakulte û peymangehên ku wê îsal li ser serlêdan werin kirin û cihên qeydkirinê jî, eşker kirin.
Zanîngehên Rojava û Kobanê îro dest bi qeydkirina serlêdanên fakulte û peymangehên xwe yên sala xwendinê ya 2019-2020’an kir.
Qeydkirina navan ji îro ve destpê dike û wê 10’ê Cotmehê bidawî bibe.
Her dû zanîngehan, navên fakulte û peymangehên ku wê îsal li ser serlêdan werin kirin, eşkere kirin.
Fakulteya Perwerdeyên Zanistî: Li bajarê Qamişlo ye, ji van beşan pêk tê:
Bîrkarî, fîzîk, kîmya, zanyarî, dîrok, erdnîgarî, mamostetî. Salên xwendinê yên van beşan 4 sal in.
Fakulteya Hunerên Bedew: Li Qamişlo ye û 4 salên xwendinê ne.
Fakulteya Jineolojiyê: Li Qamişlo ye û 2 salên xwendinê ne.
Fakulteya Wêjeya Kurdî: Li Qamişlo ye û 4 salên xwendinê ne.
Fakulteya Petrolê: Li Rimêlan û 5 salên xwendinê ne.
Fakulteya Petrokîmyayê: Li Rimêlan e û 5 salên xwendinê ne.
Fakulteya Endezyariya Çandiniyê: Li Qamişlo ye û 5 salên xwendinê ne.
Fakulteya Avahîsaziya Ekolojîk: Li Hesekê ye û 5 salên xwendinê ne.
Peymangeha Bilind a Mekatronîkê: Li Qamişlo ye û 3 salên xwendinê ne.
Peymangeha Endezyariya Avahîsaziyê: Li Hesekê ye û 2 salên xwendinê ne.
Peymangeha Wergera Îngilîzî: Li Qamişlo ye û 2 salên xwendinê ne.
Peymangeha Rêveberî û Deryayî: Li Qamişlo ye û 2 salên xwendinê ne.
Fakulte û peymangehên li Zanîngeha Kobanê jî ev in:
Fakulteya Wêjeya Kurdî
Fakulteya Bîrkarî, Fîzîk û Kîmyayê
Fakulteya Zanistê
Û peymangeha El-Mexberî.
Cihên pêşwazîkirina xwendekaran û qeydkirine wiha ye:
Bajarê Qamişlo taxa Hilêliyê avahiya Zanîngeha Rojava
Bajarê Rimêlan avahiya Fakulteya Petrolê
Kobanê, avahiya Zanîngeha Kobanê
Bajarê Helebê, taxa Şêxmeqsûd
Kantona Şehbayê
Koordînasyona Giştî ya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû agahiyên der barê serlêdan û şertên pêwîst ên qeydkirinê di vê lînkê de parve kiriye.