HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN NASNAMEYA ENDAMEKÎ TIRAFÎKÊ EŞKERE KIR

Navend Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî Tirafîkê eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku endamê Trafîkê yê kantona Girê Spî Adil Hemed Elî di encama nexweşiyekê de şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Adil re xwest û soza parastina hemû axa Bakur û Rojhilatê Sûrî nû kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Adil Hemed Elî, li gundê Tenhûza yê Girê Spî ji dayik bûye, 7’ê Îlona 2019’an li Girê Spî şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button