IRAQA DAXWAZ KIR KU SÛRIYÊ VEGERE KOMKARA EREBÎ

Welatê Iraqê daxwaza vegera Sûriyê ji bo Komkara Erebî kir.

Balîyoz û nûnerê Iraqê li Misirê Ehmed Dilêmî di tora 152’an a karên Meclisa Komkara Erebî de li Qahîrayê, ku Iraq bi xwe serkêşiya wê dike, axivî.

Ehmed Dilêmî bang li Komkara Erebî kir ku Sûriyê vegerîne Komkara Erebî û wekî berê dest bi xebatên xwe bike.

Dilêmî diyar kir ku rewşa heyî ya herêmê me neçar dike ku em hinekî ji bo hin biryaran lêvegerekê çêbikin û aloziyên heyîn kûrtir nekin.

Sala 2011an û bi destpêka aloziya Sûrî re û ji ber fişarên hin dewletan, Komkara Erebî biryara dûrxistina Sûriyê ji Komkarê standibû.

 

Leave a Reply

Back to top button