Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li gundewarê Dêra Zorê çeteyekî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê girt.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
QSD’ê diyar kir ku hêzên wan îro Duşemê li gundê Til Ceabî yên gundewarê Dêra Zorê çeteyekî DAIŞ’ê girtin.
Çete piştî şopandin û lêkolînan hat girtin.
Hêzên QSD’ê diyar kir ku wan miqdarek çekên sivik, navîn û bombeyên bi çete re jî girtin.
QSD’ê da zanîn ku vî çeteyî bi van çekdan amadekariya êrîşên li dijî sivîlên herêmê dikir.