MECDOLÎN HESEN: BEŞDRARAN ÎŞARET BI GIRÎNGIYA RÊVEBERIYA XWESER KIRIN

Cîgira Hevserokatiya MSD`ê Mejdolîn Hesen komxebata 3. a diyalogan li paytexta Almaniya Berlînê nirxand.
Mejdolîn Hesen diyar kir ku nîqaşên hatin kirin bi baş bi nav kir û got:
Beşdaran li ser girîngiya Rêveberiya Xweser û saziyên wê teqezî kirin.

Di çarçoveya nêzîkirina nêrînên oposîzyona demokratîk a Sûriyê yên di hundir û derveyî welat de MSD’ê xebaên xwe dewam dike.

Meclisa Sûriye Demokratîk MSD 7-8’ê Îlonê li peytexta Almanya Berlînê komxebata 3. lidar xist.

Di komxebatê de 30 kesayetên ji hêzên opozîsyonê yên Sûriyê amade bûn.

Beşdarên komxebatê teqezî li ser lidarxistina kongreya hêzên opozîsyona Sûriyê bi tevlibûna hemû kesayet û hêzên demokratîk kir.

Cîgira Hevserokatiya MSD`ê Mejdolîn Hesen nîqaşênên beşdarên komxebatê êrênî nirxand û got:

Nîqaşên hatin kirin, baş bûn. Beşdar jî bi rihekî berpirsyar tev geriyan da ku kar bi ser bikeve.

Her weha li ser girîngiya Rêveberiya Xweser û saziyên wê teqez kirin û ew weke rêya tekane ya çareserkirina pirsgirêkan bi nav kirin.

Mejdolîn Hesen dest nîşan kir ku beşdarên komxebatê li ser girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ji hêzên opozîsyonê re jî teqez kirin.

Cîgira hevserokatiya MSD’ê Mejdolîn Hesen îşaret bi girîngiya lidarxistina komxebatên diyalogan li derve jî kir û weha bi dawî kir:

Bi rêya van komxebatên diyalogan nêrîna hêzên opozîsyonê yên Sûrî tên girtin û sîstema rêveberiya xweser tê pênase kirin.

Beşdaran erêkirina xwe ji însiyatîfa MSD`ê ji bo lidarxistina kongreyê nîşan dan û amadekariya xwe ji beşdarbûna wê re diyar kirin.

Leave a Reply

Back to top button