NOBETA DEMOKRASIYÊ YA LI AMEDÊ DI ROJA 22’AN DE YE

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî erkdarkirina qeyûman li Amedê di roja 22’an de berdewam kir.

 

Di 19’ê Tebaxê de Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu qeyûm erkdarî Şaredariyên HDP’ê yên Amed Wan û Mêrdînê kiribû.

Bertek û nerazibûnên li dijî erkdarkirina van qeyûman her roj bi çalakiyan didome.

Çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîseyê di roja 22’an de didome.

Gel, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli li qada çalakiyê bi slogana “Şaredar Selçûk îradeya me ye” pêşwazî kir.

Gel li qadê pankarta “Dest nede vîna min” hildan.

Ciwanan jî di çalakiyê de slogana “Li dijî dizan mil bidin mil” gotin.

Leave a Reply

Back to top button