
Li navenda kantona Efrînê ya dagirkirî di navbera komên çete yên dagirkeriya Tirk de şer derket.
Şer îro navbera çeteyên bi navê Ceyeş El-Islam û Sultan Murad li ser rêya navçeya Raco de, derket.
Li gorî çavkaniyên herêmî di encama şer de, birîndarên çeteyan hene.
Di demên dawî de çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li ser parvekirina mal û milkên sivîlan û fîdiyeyên ku ji wan dixwazin şerê hev dikin.