HEVSEROKÊ KCD’Ê BERDAN QZTURK: JI BILÎ YEKITIYÊ RÊ LI PÊŞIYA ME TUNEYE

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku hevdîtinên wan ên li Başûrê Kurdistanê baş derbas dibin.
Ozturk dest nîşan kir ku divê ji bo yekitiya gelê Kurd mekanîzmayek bê avakirin da ku bikaribe bersiva erîşên li ser destkeftiyan bide.

 

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ku bi şandeya HDP û KCD’ê re li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dikin, derbarê serdanên xwe de ji ajansa Rojnews re axivî.

Berdan Ozturk diyar ku serdana wan ji bo Başûrê Kurdistanê di demeke de ku li ser destkeftiyên Kurdan êrîşên zêde hene pêk tê û got:

Êrîşên li ser mafên gelê Kurd, li ser statuya gelê Kurd her ku diçe giran dibin.

Em dinêrin li hemû Kurdistanê gelê me dibe xwedî hêz û rêveberî, ji ber vê yekê ewqas êrîş pêş dikevin.

Taybetî em dizanin ka bi destê dewleta Tirk Efrîn çawa hat dagirkirin û çawa dixwazin gelê Rojava bê statu bihêlin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk eşkere kir ku ev êrîş ji bo tevahiya Kurdan xeteriyek mezin e, lewre ji bo Kurdan tişta herî pêwîst avakirina yekîtiyê ye.

 

Leave a Reply

Back to top button