Ger û hevdîtinên şandeya HDP’ê ya bi serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk li başûrê kurdistanê didome.
Şandeya HDP’ê û KCD’ê îro li gel Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih civiya.
Civîn ji çapemeniyê re girtî nêzî saetek kişand û piştî civînê ti daxuyaniyek ji bo çapemeniyê ne hat dayîn.
Şandeya HDP’ê piştî hevdîtina li gel Serokkomarê Iraqê, li Dabeşanê serdana gora Mam Celal Talabanî kir.
Endamên malbata Talabanî û Iıbrahîm Ehmed pêşwazî li şandeyê kir.
Bi navê şandeyê hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û Mam Celal bibîranî.
Temellî diyar ku armanca serdana wan ya ji bo gora Mam Celal ewe ku em têkoşîna wî ya ji bo gelê Kurd û gelê herêmê daye, birêzdarî bibîrbînin.
Piştî serdana gora Mam Celal şandeya HDP’ê û KCD’ê bi Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê civiya.
Her wiha civîna şandeyê ya li gel Tevgera Azadî ji çapemeniyê re girtî domkir.