Di encama operasyonekê li Iraqê de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 9 jî hatin girtin.MIX::
Tevna têkoşîna li dijî terorê ya Iraqî têkildarî mijdarê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Di daxuuyaniyê de weha tê gotin:
Hêzên me agahiyên istixbaratî derbarê komeke DAIŞ’î de kom kir û cihên wan diyar kir.
Lewma hêzên me bi koordîneya balafirên koalisyona navdewletî daketineke ezmanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarê مطيبيجة Metîbîce û bejahiya Selah El-Dîn pêk anî.
Di encama çalakiyê de 15 çete hatin kuştin. Di nava wan de çeteyên xwekuj jî hebûn.
Her weha di encama êrîşa hewayî de eywan, şikeft, tunel û bargehên çeteyan ên perwerdeyê jî hatin ruxandin.
Tevna tekoşîna li dijî terorê ya Iraqê da zanîn ku 9 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin girtin.