Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan li herêmê hat pîrozkirin

Li Amûdê û Hesekê cejna zimanê Kurdî bi çalakiyan hate pîrozkirin û pêşengeha pirtûka ya li Qamişlo jî îro bi dawî bû.

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî gelek çalakî li herêmê hatin lidarxistin.

Peymangeha Amedekirina Mamosteyan a Hesekê bi vê boneyê çalakî û pêşengehek tabloyên hunerî û şêwekarî li darxist.

Hunermend, helbestvan û xwendekarên peymangehê û endamên saziyên sivîl beşdarî şahiyê bûn.

Rêveberiya Dibistanên Amûdê bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîr, Yekîtiya Mamosteyan û Navenda Çandê ya Horî jî şahiyek lidar xist.

Di şahiyê de şêniyên navçeyê, nûnerên saziyên sivîl, mamoste û xwendekarên Amûdê beşdarî şehiyê bûn.

Li Qamişlo çalakiya pêşengeha Pirtûkan ya li Hola Zana di roja xwe ya 3’an de bi dawî bû.

 

 

Back to top button