
Parastina nobetdariya berhemên çandiniyê çandeke civakî ya kevn a cotkarên Tebqayê ye.
Mîna herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Piştî gihandina berheman cotkar bi şev û roj bi awayekî komî nobetdariya berhemên xwe dikin.
Ev yek da ku berhemên xwe ji dizî, çêrandin û şewatan biparêzin.
Cotkar Ehmed El Şêx ê ji Tebqayê li ser mijarê got:
“Me alavên xwe yên çandiniyê û stêrên avê ji bo alîkarîdayîna di rewşeke awarte de, amade kirine.
Parastin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandeke civakî ye û parastina berheman pir girîng e.”
Ehmed El Şêx diyar kir ku parastina berhman ne tenê berpirsyariya aliyên ewlehî û leşkerî ye..
Ew erka yekemîn a cotkaran e.
El Şêx destnîşan kir ku divê her kes di parastina berhemên xwe de bi şev û roj hevkariyê bikin.
Endamê rêveber ê Foca Agirkujiyê ya Tebqayê Îsmaîl El Mebrok jî got:
“Dema rewşeke awarte de û hemû nuqteyên me di dema şewatekê li Tebqayê çêbe de amade ne.”