Sedsaliya Peymana Lozanê nêz dibe.
Ku encamê wê de Kurdistan hat parçkirin.
KNK’ê jî ji bo vê yekê du li Qamişlo semînerek li ser bandor û encamên Peymana Lozanê da.
Li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo semînere hat dayîn ..
Bi dehan siyasetmendar, akademîsyen tevlî bûn ..
Hevserokê Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdullah Mistefa semîner da.
Mistefa li ser helwesta Kurdan a li hemberî peymanê got:
“Piştî peymanê gelek şoreşên kurdî dest pê kirin ..
Di encamê de serhildênên wek serhildanên Şêx Seîd Pîran, Agirî,
Dêrsim û Mihabadê rabûn.
Ev jî nîşan dide ku gelê Kurd serî li hember Lozanê netewand.”
Mistefa bal kişand ser qonaxa niha ya sedsaliya Lozanê û got:
“Di serdema Lozanê de me gelek zehmetî kişandin û em hatin parçekirin..
Dengekî ku nûnertiya me bike tune bû û ruhê neteweyî wê demê negihîştibû asteke baş.
Divê gelê Kurd û tevgerên wî yên siyasî xwe bikin yek da ku destkeftiyên xwe biparêzin.”