“Rêya tekane ya têkbirina siyasetên dijmin hevgirtine”

Pêkhateyên Kurd û Ereb ên navçeya Çilaxa tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kir..
Şêniyan tekez kir ku lazime li dijî siyasetên dijmin em hevgirtî bin.

Şêxê Qebîleya Zubeydî ya Ereb Raxib Beşar El Faris got:

“Em ê xwedîderketina li fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin..

Fikrê Rêber Apo çareseriya herî guncaw a ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî ya demokratîk.”

Welatiya bi navê Suheyla Şemo jî got:

“Rêber Apo cihekî girîng û roleke mezin di rêxistina civakê û rêvebirina eniyan de da jinan..

Ji ber ku bi hêz û têkoşîna jinan bawer e.”

Welatiyê bi navê Husam El Mubarek ê ji pêkhateyê Ereb jî dibêje:

Fikr û felsefeya Rêber Apo rêya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ronî kir.

Wehîda Sebrî jî diyar kir rêxistinbûna civakê li hemberî tevahî siyasetên dijmin û dagirkeran bi ser dikevin.

Nobeda azadiyê bi endamên KOMAW’ê didome

Back to top button