KCDK-E: Em ê dîktator Erdogan têk bibin

KCDK-E têkildarî tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got:
“Em ê dîktator Erdogan têk bibin”.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî tekez kir ku Em bi şev û roj bixebitin, di 28’ê Gulanê de bi ser bikevin

28’ê mehê tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê..

Têkildarî vê yekê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê daxwiyaniyek dan ..

KCDK-E di daxwiyaniyê de got:

“Divê pir zelal bê dîtin ku faşîst a AKP-MHP’ê vê hilbijartinê bi stratejiyeke taybet daye meşandin.

Her çendîn hewl dan encamê bigirin jî, nekarîn bi ser bikevin.

Divê em bibînin ku eniya faşîst bi psîkolojiya têkçûnê stratejiyek dişopîne ku tûra 2’yemîn bi dest bixe.

Bi rastî jî dîktator Erdogan baş dibîne ku nikare bi ser bikeve.

Ji ber vê sedemê weke çareya dawî desteserkirina sindoqan dest pê kir.

Divê hemû gelê me, rewşenbîr, şoreşger, demokrat li dijî sîstemê derkevin..”

KCDK-E dawiyê bang li hemûyan kir ku ji bo têkbirina Erdogan divê seferber bibin..

FEDA: Eger hêza rêxistinî bê bikaranîn em ê bi ser bikevin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyaniyek weşand.

FEDA diyar kir ku ji bo di 28’ê Gulanê de bi ser bikevin em ê bi şev û roj bixebitin ..

FEDA’yê bang kir ku di hilbijartinê de bila deng ji Kiliçdaroglû re bê dayin.

Ji bo hilbijartinê AKP di havînê de dest bi belavkirina komirê kir

Back to top button