Beşar Esed wê sibê beşdarî Lûtikeya Erebî bibe

Sibê, li Erebistana Siûdî, civîna bilind ya welatên Erebî dest pê dike.
Piştî 12 salan wê Serokê hikûmeta Şamê Beşar El-Esed jî lê hazir bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî, Feysel Bin Ferhan, ku di asta lûtkeyê de serokatiya civîna wezîran a amadekariyê ya Konseya Yekîtiya Dewletên Erebî kir wiha got:

”Cîhana Ereb îro di gelek zehmetiyan re derbas dibe.

Ji bo rûbirûbûn û çareserkirina van zehmetiyan gereke em bi hev re kar bikin”

Li gor Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad, piştî 12 salan ji nehazirbûna endamtiya Sûriyê wê sibe serokê hikûmeta şamê Beşar Esed bi serokatiya şanda welatê xwe tevlî civînê bibe.

Back to top button