NY: Pêdiviya alîkariya mirovî li Sûdanê bi 3 milyar dolarî heye

Şerê li Sûdanê ku 15 Nîsanê destpêkir heta niha jî berdewam e.
Vî serî zirar raserast li welatiyên wê kir.
NY ji bo alîkariyên welatiyên Sûdanî banga komkirina 3 milyar dolarî kir.

NY′yê eşkere kir ku nêzî 25 milyon sûdanî pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî yên awarte hene.

NY′yê da zanîn ku ew texmîn dikin ku pêdivî bi 2.56 milyar dolarî heye ku alîkariyê li hundirê xaka Sûdanê bikin.

Her wiha ji bo welatiyên reyane derveyî welat, pêdivî bi 470 milyon dolarî heye.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya NY′yê Ramesh Raja Sangam duh got:

”Pêdiviya plana navnetweyî ya ji bo alîkariya mirovî li Sûdanê bi 2.56 milyar dolar heye.

Ji bo mexdûrên hundirîn û ji bo kesên revane derveyî welat pêdivî bi 470.4 milyon dolarî heye.”

Back to top button