FRANSA Û RÛSYA LI SER VEGERA PENABERÊN SÛRÎ Û KOMÎTEYA DESTÛRÎ LEV DIKIN

Fransa û Rûsyayê ragihandin ku ji bo veger penaberên Sûrî bo welatê wan û avakirina koîteya destûrî li hev kirin.

 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavirov di kongreyeke hevbeş li hempîşeyê xwe yê Fransî Jan Ayîf Lodiryan diyar kir ku Rûsya û Fransa ji têkoşîna li dijî çeteyên li Sûriyê li hev kirine.

Lavrov da xuyakirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovî li Sûriyê divê rê li ber vegera penaberên Sûrî were vekirin û Fransa di vê mijarê de hemnêrîn e.

Her wiha têkildarî Komîteya Destûrî jî Lavrov destnîşan kir ku wan li gel Fransayê ji bo aloziya Sûrî, li ser peydakirina çareseriyek siyasî li hev kirine ew jî bi riya Komîteya Destûrî.

Di dawiya miha borî de nûnerê tayebet yê NY ji bo aloziya Sûrî Geir Pederson destnîşan kiribû ku Komîteya Destûrî dibe ku di dawiya vê mehê de amade bibe.

 

Leave a Reply

Back to top button