”KOALÎSYON JI BO HEJMARA DEWRIYEYAN Û GERA WAN ME AGAHDAR DIKE”

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî diyar kir ku hêzên wan di pêkanîna hevpeymana her sê aliyan a ji bo ewlehiya sînor de amade ne û wan ji bo avakirina herêma parastina Sînor gelek gav avêtine.
El-Asî da zanîn ku agahiya wan, ji bo gera dewrîyên li ser sînor beriya ku derekevin çêdibin.

 

HEVSEROKÊ BUROYA PARASTINÊ ZÊDAN EL-ASÎ:
BERIYA DEWRIYEYÊN HEVBEŞ DERKEVIN AGAHIYÊN ME JÊ HENE

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî derbarê mekanîzmeya ewlehiyê ji bo sînorê Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ajansa ANHA`yê re axivî.

Zêdan El-Asî tekez kir ku ew di pêkanîna bendên hevpeymana di navbera QSD, Koalîsyona Navneteweyî û Tirkiyê de pabend in û wan gelek gavên wê pêk anîne, mîna vekişandina çekên giran û rakirina mewziyan û radestkirina wan ji meclisên leşkerî re.

El-Asî di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Tu dem an jî hejmarên xuya yên hejmara dewriyeyan, an jî leşkeran û bernameya gera wan tune ye.”

El-Asî da xuyakirin ku Koalîsyona Navneteweyî bi vê mijarê erkdar e, ji ber ku hevparê bingehîn ê têkbirina terorê li ser erdê ye.

 

HEVSEROKÊ BUROYA PARASTINÊ ZÊDAN EL-ASÎ:
KOALÎSYON JI BO HEJMARA DEWRIYEYAN Û GERA WAN ME AGAHDAR DIKE

Derbarê hevkarî û mekanîzmaya dewriyeyan de El-Asî wiha got:

Koalîsyona Navneteweyî beriya wê agahiya dîroka têketina dewriyeyan û hejmara wan û gera wan dide me.

Em jî hevkariyê bi Meclisên Leşkerî li her herêmekê re dikin.

Di dawiya axaftina xwe de Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî hêvî kir ku peyman bi ser bikeve û aliyê Tirk jî pêk bîne.

Dewriyeya yekemîn duh (8`ê Îlonê) derket, li nuqteyên ji herêma Nis Til û Heşîşê li gundewarên kantona Girê Spî geriya û 2 saetan dewam kir.

 

 

Leave a Reply

Back to top button