KJK şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn

Koordînasyona KJK’ê Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û diyar kir meha Gulanê ji bo tevgera azadiyê navê berxwedan, soz û biryardariyê ye.
Bi vê boneyê KJK bang li jinan û gelan hemûyan kir ku ji bo xwedîderketina li şehîdan, nirxên demokratîk hîn bêhtir mezin bikin.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê weşand

KJK diyar kir bi hezaran şehîdên ji bo azadiyê xwîn û têkoşîna xwe, rûmet û îrade li her rojekê meha Gûlanê bi cih kirin û ev tişt anî ziman:

Me hêza xwe ya têkoşînê ya nîv sedsalê ji van şehîdên leheng wergirtin.

Fedakarî, dilsoziya li jiyanê û wêrekiya wan em gihandin vê astê, ji niha û pê ve jî pêşiya meşa me wê bi ronahiya van şehîdan her tim ronî bibe.

Her şehîdekî me weke lêgerînerên rastiyê dest bi vê rêwîtiyê kirin û bi meşa xwe ev rê gihand ebediyetê.

Bi gotina Rêber Apo, ew endamên rasteqîn ên partiyê ne. ”

KJK destnîşan kir ku wan di mirinê de jî jiyana nû afirandin û got:

Meha Gulanê navê nirx û rastiyeke bi vî rengî ye

Meha Gulanê ji bo tevgera me ya azadiyê navê berxwedan, îdîa, soz û biryardariyê ye.

Di dewamê de KJK yek ji şehidên meha Gulanê Hakî Karer bi bîr xist û ev yek got:

Di 18’ê Gulana 1977’an de hevrêyê me yê hêja Hakî Karer ku Rêber Apo ji bo wî digot ‘ruhê min ê veşartî ye’, ji aliyê rêxistina sîxur Stêrka Sor ve bi komployekê li Dîlokê hate qetilkirin.

Ev yek bû xeleka destpêkê ku meha Gulanê bibe meha şehîdan.

Hevrê Hakî weke şehîdê me yê enternasyonal ê destpêkê, reng, armanca têkoşîna me hîn ji roja destpêkê ve diyar kir.

Rêber Apo jî bi dilsoziya bi hevrê Hakî re têkoşîn kir partî û soz da ku weke PKK’ê dewam bike.

KJK di dawiyê de hemû şehîdên meha Gulanê û di şexsê wan de jî hemû şehîdên şoreşê careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û got:

Em soza xwe ya ji bo bilindkirina têkoşîna wan dubare dikin.

Em bang li jinan û gelan hemûyan dikin ku ji bo xwedîderketina li şehîdan, tevlî bicihanîna paradîgmaya me bibin, nirxên demokratîk û komunal ên şehîdan hîn bêhtir mezin bikin.”

Back to top button