Şêniyên Tirbespiyê ya Qamişlo bi civîneke girseyî bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan merasîmek li dar xist.
Bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan civîneke girseyî li hola PYD a navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin.
Di civînê de, sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê şehîd û şehadetê hate pêşandan.
Piştre hevseroka PYD’ê ya Tirbespiyê Hediye Şemo axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û rola wan di parastina nirxên gelan û destkeftiyên şoreşê de pîroz kir.
Hediye bal kişand ser siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdan û têkoşîna wan a ji bo azadî û demokrasiyê û got:
Derketina tevgera rizgariyê ya Kurdistanê û rola wê di sekna li hember van siyasetan de girîng bû.”
Soza domandina riya şehîdan heta pêkanîna hêviyên wan hat dayîn.
Civîn bi dirûşman bi dawî bû.