PIŞTÎ ÊŞKENCEYA 20 ROJAN, CIWANEKÎ EFRÎNÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Piştî revandina wî bi 20 rojan, sivîlekî Efrînî li zindaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest da. 

 

Ciwanê bi navê Hemada Henîf ji bajarê Efrînê, duh li jêr êşkenceyê di zindaneke çeteyên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî malbata wî, Hemada beriya 20 rojan li gel hineke din ji gundê Bilîlko yê navçeya Recoyê hat revandin.

Ew jî bi tawana ku endamên YPG’ê ne.

Ev kuştin, piştî kuştina jina bi navê Horiya Dîko ya 75 salî bi 2 rojan hat.

Piştî kuştina hevjîna wê, Horiya bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat kuştin.

 

ÇETEYAN 2 SIVÎL JI RECOYÊ Û YEK JI ŞÊREWAYÊ REVANDIN

Ji heman navçeyê jî, duh li gundê Qude çeteyan, 2 sivîl revandin û ew ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Navên kesên revandî wiha ne:

Fûad Beker û Heyfa Bekir.

Li navçeya Şêrawayê jî, çeteyên dewleta dagirker şêniyê bi navê Îmad Mihemed Cinêd ji gundê Bir Ebdullah revand û ew ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Her wekî zêdetirî 70 sewalên wî jî dizîn.

 

Leave a Reply

Back to top button