ÎRO ÇETEYEKE ALAMN LI KARLSRUHE TÊ DADGEHKIRIN

Jinbiya rapçîyekî Alman ku bûye çeteyeke DAIŞ’ê li Almanyayê hat girtin

 

Dozgerîya Giştî ya Alman duh ragihand, wan jineke Alman-Tunisî binaçv kiriye, jinbîya rapçîyekî Alman ku bûye çeteyeke DAIŞ’ê.

Jina bi navê Omeyma A. tê naskirin hefteya borî li Hamburgê hat girtin.

Omeyma bi xwedîkirina zarokên xwe li ser îdyolojîya DAIŞ’ê jî tawanbarkirî ye.

Tê payîn, îro ew li dadgeha Yekîtiyê ya bajarê Karlsruhe were dadgehkirin.

Li gorî dozgerîyê, piştî kuştina hevjînê wê di êrîşeke asmanî li Kobanê de, Omeyma A. bi rapçiyê bi navê Denis Cuspert re şû bû.

Cuspert, ji navdêrtirîn çeteyên biyanî yên DAIŞê bû, di gelek vîdyoyên propogandayî de dihat dîtin, di nav de vîdyoyek ku tê de seriyekî jêkirî hilda bû.

Omeyma A. di Çileyê 2015’an de, li gel hersê zarokên xwe di Tirkiyê re derbasî Sûrîyayê bûn, da tevlî hevjînê xwe yê yekem û bavê wan Nadir H. li Sûrîyayê bibe.

Dozgerîya giştî dîyar kir, wê mehane alîkarî ji milîsên tundrew werdigirt.

Di 2016’an de, dev ji hevjînê xwe berda û tevî hersê zarokan û zarokeke ku di nava wê de bû jî vegerîya Almanyayê.

Leave a Reply

Back to top button