HPG’ê gêrîla Dilgeş Zagros û Bawer Korkmaz ku di 10’ê Gulanê de li Licêya Amedê şehîd bûne bi bîr anî.
HPG’ê ji malbatên şehîdan a hêja û gelê welatparêz ê Kurdistanê re, sersaxî xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ragihand di 10 Gulanê de li Liceya Amedê de di encama şerekî giran hevreyê wan Dilgêş û Bawer bi lehengî gihiştine şehadetê û wiha got:
Di navbera hêzên me û dagirkeran de şer çêbû û dagirkeran bi helîkopteran qada şer bombe kirin.
Yek ji fermandarên me yên bi rûmet Dilgeş Zagros û hevrêyê me Bawer heta nefesa xwe ya dawîn li ber xwe dan û şehîd ketin.
Her du hevrêyên bûne mînakên bêhempa yên milîtaniya Apoyî.”
Hêzên Parastina Gel HPG’ê’ di serî de ji malbatên şehîdan re, ji tevahî gelê welatparêz ê Kurdistanê re, sersaxî xwest.
Li gorî gorî daxuyaniya HPG nasnameya gêrîlayên şehîd wiha ne:
Nasnav: Dilgeş Zagros
Nav û paşnav: Serhat Yalçin
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dê: Cemîl
Navê Bav: Selîm
Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2023’an-Amed
Nasnav: Bawer Korkmaz
Nav û paşnav: Mûrat Aslan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê Dê: Hanim
Navê Bav: Mûstafa
Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2023’an-Amed