KCÊ-E: Divê em li ser sindoqan faşîzma Erdogan têk bibin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayên serokkomariyê jî diyar kir divê em li ser sindoqan faşîzma Erdogan û tifaqa wî têk bibin.

Derbarê heman mijarê de Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) daxuyaniyek nivîskî da.

KCÊ-E di destpêka daxuyaniya xwe de îşaret bi encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û ev tişt anî ziman:

“Bi rêxistinî, ked û fedakariya gelê Kurd, desthilatdariya faşîst ya Erdogan hat astengkirin.

Ev yek diyar dike ku di hilbijartina 28’ê Gulanê de, tevî demokratên Tirkiyê re Kurd, wê tûra duyem de, faşîzma Erdogan û tifaqa wî, têk bibe.

Koordînasyonê bi bîr xist ev hilbijartin, ne hilbijartineke ji rêzê ye û got:

Encamên vê hilbijartinê, dê bandora xwe wê li Tirkiyê, Kurdistanê û tevahî herêmê bike.

“bi têkbirina Erdogan, wê Kurdistan bêhnê bistîne”

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bal kişande ser êriş û zilma desthilatdariya Erdogan a di nava 21 salan de û wiha bi dawî kir:

Bila kes nebêje bi dengê min tiştek naguhere, ev yek xapandin e û kêrî Erdogan tê.

Tê wê wateyê ku ne rasterast be jî piştgiriyê dide dewamiya desthilatî, statuko û faşîzma Erdogan.

Ev yek aşkere ye ku bi têkbirina Erdogan, wê Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê, bêhnê bistîne.

“Divê di tûra duyemîn de herkes biçe ser sandogan”

Back to top button