Du kes li Derayê hatin kuştin û yek jî birîndar bû

Li Derayê du kes ji aliyê hin çekdarên nenas ve hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdarên nenas êrişî bajarokê Mizêrîb ê rojavayê Derayê kirin.

Di encama êrişê de 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Yek ji kesên hatiye kuştin berê tevli nava çeteyên Artêşa Azad bûbû û sal 2018 jê veqetiya bû.

Back to top button