Waşington dîsan egeriya cezakirina Tirkiyê ji bo S-400 li ber guhan xist.
Wezîrê gencîneya Emerîkî Steven Mnuchin duh ragihand ku birêveberiya Emerîkayê mijara S-400 û cezakirina Enqereyê lêkolîn dike.
Mnuchin di konfranseke çapemeniyê de got:
Hîna me ti biryar negirtine, lê em li ser vê mijarê dixebitin.
Piştî vê daxuyaniyê, pereyên serokatiya Tirkiyê yên dolar daketin.
Ji ber Tirkiye endameke NATOyê ye û li gorî rêgezên wê, nabe ti endam çekên Rûsî werbigire, Emerîka her û her Tirkiyê ji bo vê yekê hişyar dikir, lê ya dawî çend qefl di mehên borî de wergirtin û hişyariyên Emerîkayê paş guh kirin.
9’ê vê mehê jî, Pentagon yekcar dewleta Tirk ji balafirên F-35 bêpar kir.