ENDAMÊ TRAFÎKÊ ADIL ELÎ LI GIRÊ SPÎ BI MERASÎMEKÊ HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Girê Spî bi merasîmekê cenazeyê endamê Trafîkê Adil Elî li goristana şehîdan oxir kirin.

 

Endamê Trafîkê Adil Elî di encama nexweşiyeke giran de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Girê Spî piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya li gundê Tenhoza ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Firatê Mezlûm Walî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Walî soza domandina xeta şehîdan heta pêkanîna hedefên wan da.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û silavkirina berxwedana şehîdan de hat veşartin.

 

Leave a Reply

Back to top button