ÇETEYÊ DAIŞ’Ê LI EMERÎKAYÊ TÊ DARIZANDIN

Çeteyekî DAIŞ’ê ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ew girtibû li Emerîkayê tê darizandin.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Edaletê derbarê çete  Rûslan Maratovîch Asaînov îdîaname hate amadekirin.

Asînov hemwelatiyê Emerîkayê ye, bi eslê xwe ji Kazakistanê ye .

Çete Asaînov wê ji sûcên perwerdekirina çeteyên DAÎŞ’ê û peydakirina lojistîkê ji DAÎŞ’ê re were darizandin.

Tê texmînkirin ku wê cezayê heta hetayê lê were birîn.

Tê gotin ku Asaînov dawiya sala 2013’an ji mala xwe ya li بروكلين Brooklynê derket û di ser Tirkiyê re xwe gihand DAÎŞ’ê.

Li gorî îdîanameyê , Asaînov di nava DAÎŞ’ê de sekvan bû û weke Suleyman El Amrîkî û El Kazakî dihate naskirin.

Çete Asaînov Tîrmeha derbasbûyî li Bakurê Sûrî ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatibû girtin û radestî Emerîkayê hatibû kirin.

Li gorî texmînan ji Emerîka derdora 80 kes tevlî DAÎŞ’ê bûne.

Heta niha 6 ji wan li Sûriyê hatin girtin û ji bo darizandinê radestî Emerîkayê hatin kirin.

Leave a Reply

Back to top button