Ji ber lehî û bagerê li Myanmarê 145 kesî jiyana xwe ji dest da

Ji ber gûhertina av hewayê li cîhanê bûyerên weke Bager û Lehî zêde bûne.
Ji ber Bagera Mocha li Myanmar û Bangladeşê 145 kesî jiyana xwe ji dest da.

Roja Yekşemê li Myanmar û Bangladeşê gelek baran bariya û bager rabû. Ji ber bagerê avahî xera bûn, lehî rabû.

Bagera herî bi şid a deh salên dawîn li Rohîngyayê rabû, dar ji kokê rabûn, xanî xera bûn, li piraniya eyaleta Arakanê ku bi sedhezaran penaberên Rohîngyayî, li ber avê çûn.

Cûntaya leşkerî ku li Myanmarê rêveberî di dest de ye, da zanîn ku 145 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Rayedarekê Arakanî ku daxuyanî da AFP’ê, ragihand ku li Sitweyê ku paytexta herêmê ye, herî kêm 105 Rohîngyayiyan ji ber bagerê jiyana xwe ji dest daye û jimartin berdewam e.

Neteweyên Yekbûyî ku eşkere kir, bandora bagerê li 800 hezar kesan bûye, bang ji bo alîkariya destpêkê kir.

Li Îtalyayê ji ber lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Her wiha li Îtalyayê jî ji ber baran zêde lehî rabû.

Rayedarên Îtalyayê ragihandin ku li herêma Emîlîa-Romagnaya ya li bakurê Îtalyayê, ji ber lehiyê herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button