Artêşa Tirk a dagirker lêkirina dîwarê perçekirina Şehbayê û Efrîn ji Sûriyê didomîne. Dirêjahiya dîwarê ku ji 6 mehan ve tê lêkirin, 3 hezar û 600 mitre ye.
Dîwar ji gundê Cilbirê heta Basilê hatiye lêkirin.
Her weha ji gundê Mêremîn ê navçeya Şera heta sînorê gundên navçeya Şêrawa, dîwar tê lêkirin.
Der barê mijarê de berdevka Jinan a Meclisa Efrînê Zeyneb Qasim axivî û got:
Delweta Tirk a dagirker dixwaze Efrînê ji Sûriyê qut bike.
Tirkiyê dixwaze Efrînê tevlî xaka xwe bike û xewnên Osmaniyan ji nû ve li herêmê vejîne.
Em ê berxwedana xwe bidomînin û dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka xwe têk bibin.