Li Til Temir agir bi zeviyên çandiyê ket

​​​​​​​Li gundê Til Tal ê Til Temirê agir bi zeviyên ceh ket.
Agir derdora 10 donim zeviyên ceh da ber xwe.
Li herêma Firatê jî ji bo parastina zeviyan cotkar di nava seferberiyê de ne.

Li gundê Til Tal ê Asûriyan ê Til Temirê şewat di zeviyên çandiniyê de derket.

Agir derdora 10 donim zeviyên ceh da ber xwe.

Agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat vemirandin.

Li herêma Firatê cotkar di nava seferberiyê de ne

Li herêma Firatê jî cotkar parastina zeviyên xwe dikin ..

Cotkarekî ji Kobanê anî ziman ku parastina zeviyên çandiniyê berpirsyariya her kesî ye.

Hevseroka Meclisa Navçeya Şêranê Helîme Mihemed ji bo vê yekê dibêje:

“Me erebeyên agirkuj amade kirin..

Hejmarên taybet ji bo rewşên awarte jî .

Her wiha 2 çavkaniyên avê ji bo ku avê bidin erebeyên agirkujê ..

Erebeyên agirkujê dê heta dawiya çinînê rojane 24 saetan di xizmetê de bin.

Back to top button