LI STENBOLÊ HDP’IYAN LI DIJÎ QEYÛMAN BERTEK NÎŞAN DA

HDP’iyên li Stenbolê li dijî erkdarkirina qeyûman axivîn û diyar kirin yên ku bi rêzdarî nêzî vîna gel nebûn û îrade desteser kirin, wê nekaribin bi qeyûman bi rê ve bibin.

Hilbijêrên HDP’î yên li Stenbolê, erkdarkirina qeyûman li şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê weke ‘desteserkirina îradeyê’ bi nav kirin.

Hilibijêran gotin:

“Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin.

Em HDP’î ne. Pêkanînên faşîst şermezar dikin.

Yên ku ji gel ditirsin û dest datînin ser îradeya gel , wê bi qeyûman nikaribin vî welatî bi rê ve bibin.

Hilbijêran dengê xwe bi kar anîn, lê dengê wan desteser kirin.

Ev yek nayê qebûlkirin . Bêguman divê her kes di vê mijarê de hîn bêhtir hesas be.

Leave a Reply

Back to top button