LI WAN Û STENBOLÊ GELKE KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Wanê û li 8 navçeyên wê di serê sibehê de polîsan girtin ser malan û 17 kes binçav kirin. Ji Partiya Sosyalîst a Bindestan jî tevî hevserokê giştî, gelek kes hatin binçavkirin. 

Li navenda Wanê û li 8 navçeyên wê endamên Kongreya Civaka Demokratîk û endamên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin.

Kesên binçavkirî birin qereqola polîsan.

Li Stenbolê jî Polîsan girtin ser rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan .

Di serdegiritnê de Hevserokê Giştî yê partiyê, Seroka Rêxistina Stenbolê Û 2 endamên Desteya Rêveber a Navendî jî hatin binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button