ŞANDEYA HDP’Ê ÎRO ŞANDE BI YEKÎTIYA NÎŞTÎMANÎ KURDISTANÎ RE CIVIYA

Ger û hevdîtinên Şandeya HDP’ê û KCD’ê li başûrê Kurdistanê didome. Şandeya HDP’ê ya di bin serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk îro jî bi partiya Yekîtî Nîştîmanê Kurdistanê YNK’ê re civiya.

Şandeya HDP’ê û KCD’ê li Polîtbûroya YNK’ê ya Silêmaniyê ji aliyê Berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Omer, Endamê Polîtbûroya YNK’ê û parlementerê YNK’ê yê Iraqê ve hate pêşwazî kirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî hat li darxistin.

Tê payîn Şandeya HDP’ê piştî hevdîtina li gel YNK’ê wê li gel Tevgera Goran û Tevgera Nişfê Nû jî bicive.

Şandeya HDP’ê û KCD’ê duh li Silêmaniyê bi Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, Tevgera Azadî re civiya bû :

Her wiha serdana Gora Sekreterê Giştî yê YNK’ê Mam Celal Talabanî kiribû.

Leave a Reply

Back to top button