ÇALAKIYA DAYÎKAN, DI ROJA 10’AN DE DEWAM DIKE

Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirin û şkandina dorpêça li ser wargeha Mexmûr 10 roj in li ber xwe didin.

Ev 55 roj in Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di dorpêçê de ye.

Li dijî vê dorpêçê ev 10 roj in dayîkan dest bi çalakiya rûniştinê kirine.

Dayîk dixwazin bi rayedarên Hewlêrê re bicivin û sedema rêgirtinê nas bikin.

Lê heta niha ji rayedarên Hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê ti kesî serdana dayîkan nekiriye.

Asayîşa PDK’ê nahêle ti kes serdana dayîkan bike û xwarin û vexwarinê jî ji wan re bibe.

17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’a Tirk Osman Kose hat kuştin.

Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat ferzkirin.

Leave a Reply

Back to top button