1. KONGREYA TEVGERA AZADIYA JINÊN ÊZIDÎ- TAJÊ DEST PÊ KIR

1. Kongra Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li salona Laleş ya bajaroka Xanesorê ya Şengalê dest pê kir. 

Bi tevlîbûna 300 delgeyan, şandeyên Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî şaxa Rojava, TAJÊ ya derveyî welat û nûnerên saziyên civakî kongre tê lidarxistin.

Di kongre de wê perspektîfên Rêber Ocalan ên li ser jinên Êzidî û rapora xebatê ya sê salan were xwendin.

Her wiha rêziknameya TAJÊ wê were nîqaş kirin û endamên meclisê jî werin hilbijartin.

Kongre heta niha didome.

Leave a Reply

Back to top button