HEZAR PIRTÛK DIYARÎ PARKA XWENDINÊ YA BAJARÊ QAMIŞLO HAT KIRIN

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê hezar pirtûk diyarî pirtûkxaneya bexçeyê Xwendinê ya li bajarê Qamişlo kir. 

Mijarên pirtûkan ev bûn :

Dîrok, felsefe, zanist, wêje, romanên bi zimanê Kurdî, Erebî û cîhanî, her weha helbest û kurteçîrok .

Desteyê wekî gavekê ji bo pêşxistina pirtûkxaneyê bexçe û rola wê ya di teşwîqkirina civakê li ser xwendinê de pirtûk diyarî kir.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûd Meqso spasiya Desteya Çandê kir.

Ebûd bang li hezkiriyên xwendinê kir ku serdana pirtûkxaneyê bikin.

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê 1’ê Sibata 2019’an bexçeyê Xwendinê li bajarê Qamişlo vekiribû.

Leave a Reply

Back to top button