Li Marsîlyayê gel ji bo dengdayînê diçin ser sindoqan

Li Derveyî welat û gumrikan ji bo tura duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yê li Tirkiyê deng dayîn di roja dudiyan de didome.
Kurdistaniyên li Ewropa bi beşdariyeke mezin berê xwe didin cihê deng û teqez dikin ku ewê desthilata faşîst a Erdogan têk bibin.

Li derveyî welat û gumrikan ji bo tura duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yê li Tirkiyê deng dayîn di roja dudiyan de didome.

Ji bo deng dayînê li bajarê Marsîlya yê Fransayê eleqeyek mezin heye.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Fransayê, ji bo gel dengê xwe bikarbîne ev 4 roj in mal bi mal digere.

Li Marsîlyayê ji bo ku gel bibin ser sindoqan li 10 deveran wesayît amade ne.

Dengdayîn li van bajêran serê sibê saet 8’an dest pê dike û êvarî saet 22’an bi dawî dibe.

Li Melboûrnê jî dengdayîn îro saet 07:00’an de dest pê kir û wê heta saet 22:00’an dewam bike.

Pêkhateyên Partiya Çepên Kesk a Melboûrnê hilbijêran li NAV-KURD, Komeleya Çandê ya Awûstralya-Tirkiye û Navenda Çandê ya Anadolûyê dibin ser sindoqê.

Partiya Çepên Kesk û CHP’ê li navenda ku sindoq lê hatibûn danîn, bi komên cuda yên çavdêr û koordînasyona hevpar re nehiştin ku nelêritiyek çêbibe.

Gel li Îtalyayê ji bo dengdayînê diçe ser sindoqan

Her wiha Tirkiyeyî û Kurdistaniyên li Îtalyayê, ji bo tûra duduyan a hilbijartinan çûn ser sindoqan da ku dengê xwe bidin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Îtalyayê, ji xwe re kiriye armanc ku Kiliçdaroglû tûra duduyan a hilbijartinê ji sedî 80’yê dengan bigire.

Hilbijêrên li Birîtanyayê: Em ê derseke dîrokî bidin dîktator

Li London, Manchester, Leîcester û Edînburgh yên Brîtanyayê, xelk ji bo tûra duduyan a hilbijartinê cardin çû dengê xwe dan.

Li Brîtanyayê mafê dengdayînê yê 64 hezar û 45 kesan heye.

Bi taybetî kesên temen meizn ku eleqeya wan ji bo hilbijartinan gelek e, gotin:

”Me hêvî zêde kir. Wê dîktator biçe, gel bi ser bikeve.”

Dengdayîn li London, Manchester û Edînbûrghê wê 24’ê Gulanê bi dawî bibe.

Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo kesên agahiyên xwe yên hilbijêriyê di pergalê de nabînin, maseyek ava kiriye.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd Turkan Bûdak li herêma sindoqan, got:

”Em Koordînasyona Hilbijartinê, xelkê dibe ser sindoqan.

Nûnerê TÎP’ê yê Londonê Bektaş Kara jî diyar kir ku gelê li Brîtanyayê peyama pêwîst daye û got,

“5 roj ji saet 08:00 heya 22:00’an dikarin deng bên dayîn.

Bi taybet divê hevalên me yên ciwan biherikin ser sindoqan.”

Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê

Back to top button