Rêveberiya Xweser a Şengalê: Heta dawî em bi gelê Mexmûrê re ne

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî daxuyaniyek nivîskî da.
Rêveberî destnîşan kir ku aqûbeta Şengal û Mexmûrê yeke û berxwedaniya gelê Mexmûrê silav kir.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser hewildanên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî da.

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êriş û hewildanên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ev tişt anî ziman:

“Em berxwedana gelê xwe yê li Mexmûrê silav dikin.

Em dibêjin êş û aqûbeta me û xelkê Mexmûr yeke.

Heya dawî emê bi gelê xwe re bin û bi îradeya xwe emê bi serbikevin.

Ji bo em bigihên azadiya xwe û hemû pilana têk bibin emê tekoşînek hevpar bidin meşandin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku hikûmeta Iraqê ji bo desthilatiya xwe li ser gel bide meşandin hemleyek daye destpêkirin û wiha got:

“Em dibînin ji aliyê hikumeta Sûdanî ve hemleyek li dijî îradeya gel hatiye destpêkirin.

Ev hemle niha li Şengal û Mexmûrê ketiye meriyetê

Ji bo gel bixin bin kontrola xwe di nava deg û dolaba de ne.

Ji bo em van pilana têk bibin emê bi hevre di nava tekoşînê de bin û mafê xwe yê parastinê bikar bînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li hikumeta Sûdanî kir da ku dest ji van lîstokan berde û nebe hevkarê dewletên derve.

KCK’ê li ser hewldana dorpêçkirina Mexmûrê daxuyanî da

Back to top button