RJAK: Êrîşên li ser Mexmûrê têkçûna hêzên dagirker e

Di 20’ê Gulanê de artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, hêzên taybet, polîs û têlan dora kampa Mexmûrê girtin.
Gelê li hemberî van hewldanan 2 roj in di nava berxwedanê de ye û nahêle ku waregeh were dorpêçkirin.
RJAK`ê êriş û zextên artêşa Iraqê yên li dijî Mexmûrê şermezar kir û xwest ku artêşa Iraqê ji Mexmûrê vekişe.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

RJAK’ê derbarê êrîş û zextên artêşa Iraqê yên li dijî Mexmûrê ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê nikarin vîna gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bişkînin.

Ji ber vê jî niha rêbazên dijmirovahî diceribînin. Ev êrîş nîşaneya têkçûna hêzên dagirker e.

Gelê Kurd bi çanda berxwedan û vîna azad ava bûye.”

RJAK’ê diyar kir ku ew bi gelê Mexmûrê re ne û got:

“Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku artêşa Iraqê vekişe.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Heta dawî em bi gelê Mexmûrê re ne

Back to top button