KJK: Divê her kes xwedî li berxwedana xelkê Mexmûrê derbikeve

Koordînasyona KJK’ê nerazîbûn nîşanî da û wiha got: “Gelê Kurdistanê û jin divê xwedî li berxwedana xelkê Mexmûrê derbikevin, li her qada ku lê ne, piştgiriyê bidin wê.”

Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrîşên hêzên Iraqê yên li ser wargeha Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî da.

KJK’ê ragihand ku piştî pûçkirina êrîşên DAÎŞ’ê bi taybetî dewleta Tirk û PDK bi rengekî hevkar zext li ser wargehê pêk aniye.

KJK’ê destnîşan kir ku gelê li dijî hemû êrişên faşîzm û mêtingeriyê yên dermirovî teslîm nebûne û wiha got:

Wargeha Mexmûrê wargeha jiyana azad û wargeha berxwedanê ye.

Niha bi dewleta Iraqê û bi hevkariya PDK’ê konseptek hatiye diyarkirin.

Jiyana azad bi têlan dorpêç bikin û bi çêkirina kuleyan bixin bin zexta leşkerî de.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gel wi bi berxwedaniyê vê êrişê jî vala derxîne:

“Ev du roj in xelkê me li ber xwe dide.

Gel daniye holê ku van sepandinan dîlgirtinê qebûl nake.

Em berxwedana xelkê Mexmûrê, dayik û ciwanên me silav dikin.

KJK’ê bang li gelê Kurdistanê û jinên azad kir ku divê xwedî li vê berxwedanê derbikevin, li her qada ku lê ye piştgiriyê bide.

RJAK: Êrîşên li ser Mexmûrê têkçûna hêzên dagirker e

Back to top button