QSD: ÇETE EBÛ HARIS LI BAKURÊ ŞEDADÊ HAT KUŞTIN

Yekîneyên Antî Terorê yên QSD’ê li bakurê Şedadê çalakiyek li dijî çeteyên DAIŞ’ê lidarxistin. Di çalakiyê de serçeteyekî payebilind hat kuştin.

 

Derbarê mijarê de Buroya Ragihandina QSD’ê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê Yekîneyên Antî Terorê yên QSD’ê li bakurê Şedadê ya Hesekê çalakiyek lidarxistin.

Di çalakiyê de çeteyê bi navê Ebû Haris Iraqî hat kuştin.

Çete Ebû Haris di nava çeteyên DAIŞ’ê de ev kar kiribûn:

Ewlehiya sînorê Sûriyê-Iraqê girtibû.

Berpirsê kuştinên li başûrê Mûsilê ya Iraqê.

Her weha serçeteyê ewlehiyê yê wîlayeta Diyalayê di sala 2013`an de bû.

Leave a Reply

Back to top button