Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhed ji ANF’ê re axivî

Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhed derbarê hilbijartinên 14’ê Gulanê de nirxandin kir û balkişande ser deskeftiyên jinan û xeteriyên yekbûna AKP û HUDA PAR’ê û got: Yên ku ji fikrên hovane yên HUDA PAR’ê li dijî jinan xeter dibînin, divê berê xwe bidin siyaset û pêkanînên Erdogan û AKP’ê ya li dijî jinan.

Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhed hilbijartinên, 14’ê Gulanê, serkeftina jinan û tora duyem a hilbijartina serokkamariyê ji ANF’ê re axivî.

Ronahî Serhed diyar kir ku hilbijartin di şer û mercên antidemokratîk û feşîzane de, di atmosfera berxwedan têkoşînê de pêk hat.

“Jin, gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk ên Tirkiyê tevî zext, astengî û xespê jî îradeya xwe bir ser sindoqan û serketin bi dest xist û li Tirkiyê bûn hêza sêyemîn.

Helwesta gelê Kurdistanê ya li dijî pergala kedxwarî, talanker, qirker û faşîst a AKP-MHP’ê diyar e.”

Ronahî Serhed işaret bi giringiya tura duyemîn a hilbijartina serokkamoriyê jî kir.

Erka tevahiya civaka Tirkiyê ye ku di hilbijartinên Serokkomariyê de dîktatoriya Erdogan a ku di derew, dizî, heramiyê de sînoran nas nake têk bibe.

Êdî dem hatiye ku gelê Tirkiyê ji vê gunehê paqij bibe! Dem dema edalet pêk anîn û hesab ji şebekeya sûc xwestin e!

Di dewamê de Ronahî Serhed destnîşan kir ku Erdogan, zîhniyeta Talîban û DAÎŞ’ê bi xwe ye û got:

“Em dizanin ku HUDA-PAR tenê bi hinceta zêdekirina rêjeya dengan di nava Tifaqa Cumhur de cih negirt.

Ji ber ku rêjeya dengan a derketiye diyar e.

Ji lîsteyên AKP’ê qatil, dijminê jinan, tecawizkar, îstîsmarkarên olî, diz û kedxwarî anîn meclîsê.

Ronahî Serhed anî ziman jin wê di bin banê meclîsê de li dijî qatil û tecawizkaran têbikoşin û wê têkoşîna civakî li her derê belav bikin.

Endama Meclîsa PAJK’ê Ronahî Serhed diyar kir ger Erdogan careke din bi ser bikeve, serdema wê serdema Talîban û DAIŞ’ê li Tirkiyê dest pê bike.

Erdoganê ku nûnertiya xeta Talîban-DAÎŞ-HUDA PAR û faşîzma kesk dike, ji kokê ve di 28’ê Gulanê de di sindoqan de defin bikin.

Jin û ciwan yekane hêza ku bi paşeroja xwe ya demokratîk û azad a Kurdistan û Tirkiyê re diyar bike ne.

Jin wê di hilbijartina dîrokî ya 28’ê Gulanê de li dijî zilamê zayendperest Erdogan ê ku di asta faşîzmê de zayendperestiyê dike têk bibin.

Back to top button