
Aliyên şerê li Sûdanê li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî, li ser agirbesteke nû li hev kir.
Amerîka û Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê ragihand, duh derengiya şevê, şandeyên Artêşa Sûdanî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn, agirbestek bo 7 rojan îmze kir.
Aliyan li ser gîhandin û belavkirina alîkariyên mirovî, vegerandina xizmetguzariyên bingehîn û kişandina hêzan ji nexweşxane û dezgehên giştî li hev kir.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku aliyên şer pabendî agirbestên berê nedibûn, lê ji bo agirbesta nû, dê mekanîzmeke çavdêriyê ji aliyê Amerîka û Erebistana Siûdî ve, bi destekdayîna navdewletî, hebe.
Wezareta karên derve ya Amerîkayê diyar kir, agirbest roja duşemê saat 21,45’an, dikeve meriyetê.
NY: Pêdiviya alîkariya mirovî li Sûdanê bi 3 milyar dolarî heye