HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN YÊN DÊRA ZORÊ MOTORSKLÊTEKE BOMBEBARKIRÎ BÊ BANDOR KIR

Tîmên Endizyariyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, motosiklêtek bombebarkirî li Dêra Zorê bê bandor kir.

 

Doh Motorsîklêta bombebarkirî li ber rêya herêma Zexîra El-Cezîra ya bejahiya Dêrazorê hatibû bicihkirin.

Li ser agahiyên şêniyên herêmê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe dan cihê bûyerê.

Tîmên Endizyariyê jî mayîna li ser motorsiklêt bê bandor kirin.

Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ji bo têkbirina aramî û ewlehiya herêm amadekariya êrîşên dike.

Li dijî van şaneyan Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya demokratîk QSD têkoşîna xwe didomîin.

Herî dawî doh, hêzên QSD’ê li gundewarê Dêra Zorê çeteyekî DAIŞ’ê girt.

Leave a Reply

Back to top button